Osman Baydemîr behsa serdana xwe ya herêma Kurdistanê dike
Serok Mesûd Barzanî ku roja 19ê vê mehê pêşwazî li Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr kiribû û di civînekê de guhertinên dawî û pêşhatên siyasî yên di derbarê rewşa gelê Kurd li Rojhilata Navîn de guftûgo kiribûn û tekezî li ser peyama aştiyane ya gelê Kurdistanê û riya diyalog û hevtêgihiştinê ji bo çareseriya pirsgirêkan kirin.
Osman Baydemîr di derbarê hevdîtina bi Serok Barzanî re li twittera xwe çend wêneyên ligel Serok Barzanî belav kirin û nivîsî: “Bi seferî Kurdîstan û hevdîtina Birez Kak Mesud Barzanî ez gelek dilşad bûm. Ji bo pêşwazî û dil germîya we ez ji dil spas dikim. Bi hevîya tifaqa netewî, aştî û aramî...”
Basnews
