• Tuesday, 10 February 2026
logo

Peyvdarê Hukimeta Herêma Kurdistanê daxûyaniyek bilez ragihand

Gulan Media February 22, 2020 Nûçe
Peyvdarê Hukimeta Herêma Kurdistanê daxûyaniyek bilez ragihand
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê dike, ku liser raspartiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tevahiya damûdezgehên pêwendîdar raspartin e, ji bo bidûvçûn û lêkolînê li ser keysa zaroka 7 salî ya Hewlêrê, ku di meha Nîsan a 2019an de rûda bû.

Herwiha aliyên pêwendîdar rêkarên yasayî beramber vê dosyayê û tometbaran girtin e û ew 5 tometbar jî, ku beriya niha bi kefalet hatibûn azadkirin, careke din girtin e. Bi ti şêweyekî çav ji tometbarên vê tawanê re, nagrin. Herwiha pêwendî bi bavê keçê re hatiye kirin û piştrast kirin e, ku bi ti şêweyekî nayê qebûl kirin, kes gefê lê bike.

Di daxuyaniya Peyvdarê Hikûmetê de hatiye, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bilî derbirîna hevxemiya xwe ligel malbata qurbaniyê, welatiyan piştrast dikin, ku tometbarên vê dosyayê di rêya yasayî de têne sizakirin û bi ti şêweyî, rê bi binpêkirina mafên welatiyan û têkdana aştiyê jî, nayê dan.

K24
Top