Nêçîrvan Barzanî: Parastin û pêşdebirina zimanê dayikê erka me hemûyan e
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê peyamek li ser hejmara xwe ya Twîtterê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di wê peyama xwe de ameje bi pirzimaniya Kurdistanê dike û diyar dike, “Kurdistan xwediya çendîn ziman û zaravayên cuda ye, parastin û pêşdebirina zimanê dayikê erka me hemûyan e.”
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje jî, “Roja cîhanî ya zimanê dayikê bere bibe gavavêtineke din ya bilindhiştina pirzimanî, pirkulturî û piroliyê li Kurdistanê.”
Kurdistan xwediya çendîn ziman û zaravayên cida ye, parastin û pêşdebirina zimanê dayikê erka me hemûyan e. Roja cîhanî ya zimanê dayikê bere bibe gavavêtineke din ya bilindhiştina pirzimanî, pirkulturî û piroliyê li Kurdistanê.
Rudaw
