Hatin û çûna di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hat rawestandin
Komelgeha Deriyê Navdewletî yê Perwîzxanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî biryara Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Binkeya Nişîngeha Perwîzxanê ji aliyê Rêveberiya Nişîngeha Parêzgeha Silêmaniyê ve hate agahdarkirin, ku ji demjimêr 00:00 21ê Sibata 2020 ve hatin û çûna geştyaran ji Iraqê ve bo Îranê û berovajî jî bihê rawestandin.”
Li gor daxuyaniyekê, “ew welatiyên Iraqî ku li welatê Îranê ne û dixwazin vegerin, dê li binkeya tendirustî ya Perwîzxanê ve pişkinîna vîrûsa Koronayê ji wan re bihê kirin û paşê bi nivîseke fermî Binkeya Nişîngeha Perwîzxanê ji başbûna rewşa wan a tendirustî bihê agahdarkirin, û piştre dê rê bi wan were dank u vegerin nav axa Iraqê û Herêma Kurdistanê.”
Li gor biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, “ew welatiyên ku bixwazin ji bo çareseriyên pizîşkî, xwandin an jî her karekî din biçin Îranê, rê bi wan nayê dan û hemû core hatin û çûn di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatiye rawestandin.”
Derbarê berdewamî yan jî ragirtina tevgera bazirganî li deriyê sînor jî, di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku “pêwîst e hikûmet û Rêveberiya Giştî ya Gumrukên Herêma Kurdistanê di vê bareyê biryar bidin.”
Ew biryar piştî wê yekê hat, ku Îranê pêr Çarşemê bi fermî piştrast kir, ku li wî welatî hejmarek haletên nexweşketina bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin.
Wezareta Tendirustiya Îranê, duh Pêncşemê jî ragihandibû, ku bi awayekê piştrastkirî 5 kes li wî welatî bi vîrûsa Koronayê ketine, ku 4 ji wan li Qumê û yek jî li Erakê ye û du kes ji wan li bajarê Qumê canê xwe ji dest dane.
Rudaw
