Tirkiye li dijî Rûsyayê daxwaza Patriotan ji Amerîkayê dike
Di heyama 3 hefteyên derbasbûyî de, hejmareke serbazên Sûriyê li xalên çavdêriyê li navçeyê ser bi parêzgeha Idlibê ve hatin kuştin.
Berpirsekî bilind ê Tirkiyê jî ji malpera Bloomberg re ragihandiye, artêşa Tirkiyê dikare firokeyên F-16 li dijî hêzên artêşa Sûriyê li Idlibê bikar bîne, eger sîstema Patriot li Hetayêî li ser sînorê Tirkiyê bên bicihkirinbo mebesta xweparastinê.
Ew berpirsê bilind ê Tirkiyê ku ji ber hestyariya mijarê amade nebûye navê xwe aşkere bike, behsa wê jî kiriye ku Tirkiye çaverê dike Amerîka bersiv bide. Balyozxaneya Amerîkayê li Tirkiyê jî red dike derbarê vê mijarê de daxuyanî bide.
Ev di demekê de ye ku Tirkiye sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê kirîbû û sala derbasbûyî dest bi veguhastina wê sîstemê kiribû ku ev yek rastî nerazîbûna Amerîkayê hatibû.
Lêbelê Serokê Amerîkayê Donald Trump îdareya Barack Obama tohmetbar kiribû ji ber ku Patriot nefirotine Tirkiyê.
Herwiha ev dawîn zanyariya derbarê daxwaz Patriotan ji aliyê Tirkiyê ve di heyamekê de ye ku şer û alozî li parêzgeha Idlib a Sûriyê zêde dibin.
Pêştir Tirkiyê destpêşxeriyeke Rûsyayê derbarê Sûriyê de red kiribû û Serokê Amerîkayê jî piştevaniya xwe bo Tirkiyê ragihandibû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berî niha ragihandibû, bi mebesta parastina berjerwendiyan li Sûriyê, artêşa welatê wî amadekariyan bo encamdana êrişekê temam kirine.
Li gor wan zanyariyên hatine belavkirin, egera kombûna lûtkeya sê alî ya Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser pirsa Sûriyê di destpêka meha bê de heye, lêbelê heta niha bi fermî nehatiye ragihandin û dem û cih jî ne hatiye diyarkirin.
Rudaw
