Iraq- Eşîrên sunne deng nadin hikûmeta Ellawî
Parlementerê Iraqê yê sunne Mihemed Kerbulî aşkere kir Mihemed Ellawî nikare vê qonaxa Iraqê rabigire û ne ew kese ku arîşeyan çareser bike. Lewre deng nadin wî.
Mihemed Kerbulî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser tora komeleyatî ya twitterê ragihand ew tenê layangiyên xelkê Iraqê û ligel daxwazên xwepêşanderên Iraqê ne û ew jî hikûmeta Mihemed Ellawî naxwazin.
Biryare roja duşemê parlementoya Iraqê civînekê neasayê pêk bîne bo pesendkirina kabîneya nû ya Mihemed Ellawî.
Basnews
