• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ji ber Koronayê hatina hemwelatiyên Îranê bo Kurdistanê tê rawestandin

Gulan Media February 21, 2020 Nûçe
Ji ber Koronayê hatina hemwelatiyên Îranê bo Kurdistanê tê rawestandin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê daxwaz li Wezareta Navxwe dike rêgiriyê li hatina hemwelatiyên Îranê bike bo nav Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî, nivîsek arasteyî Wezareta Navxwe kir ku tê de daxwaz dike rêgirî li hemwelatiyên Îranê bê kirin ku nekevin Herêma Kurdistanê.

Di wê nivîsa fermî de daxwaz tê kirin ku rêgirî li hemwelatiyên Herêma Kurdistanê yên li Îranê neyê kirin bi mercê ku pabend bin bi rêkarên Wezareta Tendirustiyê weke qerentîna û çavdêriya bo maweyê 14 rojan. Piştî wê heyamê dê rê bi kesên ku rîska Koronayê li ser nîne bê dayîn.

Li aliyê din hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê heta demeke nediyar nikarin geştên bo Îranê encam bidin.

Hikûmeta Iraqê jî piştî mirina 2 hemwelatiyên Îranî ji ber vîrusa Koronayê biryar da ku vîze nede hemwelatiyên Îranê.

Herwiha hikûmeta Iraqê biryar da, ji ber vîrusa Koronayê hemû deriyên sînorî yên li gel Îranê ji bo maweyê 3 rojan bên girtin.

Wezareta Guhestinê ya Iraqê jî hemû geştên asmanî yên bo Îranê rawestandin heta demeke nediyar.

Ev di demekê de ye ku Îranê bi fermî piştrast kiriye, heta îro Pêncşemê 5 kes li wî welatî bi vîrûsa Koronayê ketine, ku du ji wan canê xwe ji dest dane.

Li gor Wezareta Tendirustiya Îranê, 4 kes li Qaumê û kesek jî li Erakê bi vîrûsa Koronayê ketine, ku 2 kes ji wan li Qumê jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top