• Tuesday, 10 February 2026
logo

Iraqê hemû deriyên sînorî yên li gel Îranê girtin

Gulan Media February 21, 2020 Nûçe
Iraqê hemû deriyên sînorî yên li gel Îranê girtin
Iraqê ji ber vîrusa Koronayê hemû deriyên sînorî yên li gel Îranê girtin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Sînoran a Iraqê, ji ber vîrusa Koronayê hemû deriyên sînorî yên li gel Îranê ji bo maweyê 3 rojan dê bên girtin.

Wezareta Guhestinê ya Iraqê jî hemû geştên asmanî yên bo Îranê rawestandin heta demeke nediyar.

Ev di demekê de ye ku Îranê bi fermî piştrast kiriye, heta îro Pêncşemê 5 kes li wî welatî bi vîrûsa Koronayê ketine, ku du ji wan canê xwe ji dest dane.

Li gor Wezareta Tendirustiya Îranê, 4 kes li Qaumê û kesek jî li Erakê bi vîrûsa Koronayê ketine, ku 2 kes ji wan li Qumê jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top