• Tuesday, 10 February 2026
logo

Êrîşî ser navenda leşkerî ya Rûsî hatiye kirin

Gulan Media February 21, 2020 Nûçe
Êrîşî ser navenda leşkerî ya Rûsî hatiye kirin
dibêje pergala berevaniya me êrîş pûç kiriye
Hikûmeta Rûsyeyê ragihand ku şeva derbasbûyî bi dorneyan êrîşî ser navenda leşkerî ya Rûsî ya li Laziqiyeyê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Rûsyeyê şeva derbasbûyî bi dorneyan êrîşî ser navenda leşkerî ya Hmeymimê hatiye kirin lê belê pergala berevanî ya Rûsyeyê kariye êrîş han pûç bike û dorneyan biteqîne.

Ev êrîşa han di demekê de ye ku jiber Îdlibê nakokiyên navbera Rûsye û Tirkiyeyê zêdetir bûne û Tirkiye xwe bo destpê kirina operasiyoneke berfire ya leşkerî li dijî rejîma Sûriyeyê amade dike.
Top