IDLIB - Tirkiyê kuştina 2 serbazên xwe ragihand
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ew serbazên Tirkiyê di encama êrişeke asmanî de hatine kuştin lêbelê nehatiye diyarkirin bê ka ew êrişa asmanî ji aliyê rejîmê ve an firokeyên Rûsyayê ve hatiye encamdan.
Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ku zanyariyên xwe spartine çavkaniyên xwecihî “50 serbazên rejîmê hatine kuştin û 5 tank, 2 wesayîtên zirhî, 2 pîkapên çek li ser û obusek” hatine têkbirin di êrişên artêşa Tirkiyê de.
Ev di demekê de ye ku îro grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li başurê Idlibê êrişeke berfireh li dijî artêşa Sûriyê dabûn destpêkirin.
Li ser vê yekê Rûsyayê jî aşkere kir ku firokeyên wan li herêma Idlibê grûpên çekdar bombebaran kirine û êrişa wan grûpên çekdar a li dijî artêşa Sûriyê têk birine.
Nûnerê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî Ferîdun Sinirlioglu îro di Encûmena Asayişa ya NYê de ragihand ku ew leşkerên xwe ji Idlibê venakişînin û divê heta dawiya vê mehê, hêzên Sûriyê li herêma Idlibê ji cihên xwe yên niha vekişin û goitbû jî, “Tirkiye dê li Îdlibê li hemû cihên ku gefin in, bixe. Em dê leşkerên xwe paşve venekişînin û ji baregehên çavdêriyê venekişin. Heta dawiya mehê divê rejim ji pozîsyona xwe ya niha vekişe."
Rudaw
