Îran: Em dikarin Îsraîl ji nav bibin lê niha ne dema vê ye
Fermandarê Spaha Pasdaran ya Îranê Husên Selamî ragihand ku Îran xudan hêz û karîne û dikare Îsraîl ji nav bibe lêbelê niha dem ne dema vê yekê ye.
Selamî eşkere kiriye ku meha derbasbûyî Îran careke din xwestiye êrîşî ser çend navendên Amerîkî bike û niha Îran zêdetir ji berê piştîvanî ji Felestîn, Libnan û Sûriyeyê dike.
