Trump: Di mijara Idlibê de em bi Erdogan re dixebitin
Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya ku here Los Angelesê li Balafirgeha Joint Base Andrewsê pirsên rojnamevanan bersivand û li ser pirsekê axaftina xwe ya dawiya hefteyê bi Erdogan re kiribû nirxand.
Donald Trump, Erdogan weke kesekî “hêzdar û hişk” bi nav kir û got ku wî ligel Erdogan têkiliyên baş danîne.
Trump diyar kir ku di mijara Îdlibê da Tirkiye û Amerîka bi hev re dixebitin û got: "Em bi Erdogan re (di mijara Îdlibê de) dixebitin."
Serokê Amerîkayê Trump û Serokomartê Tirkiyê Erdogan dawiya hefteyê peywendiyeke telefonî derbarê pêşhateyên li Idlibê de encamp dabûn û Qesra Sipî li ser axaftinê daxuyanî da bû û gotibû, "Trump ji bo hewla Tirkiye dide ku karesateke mirovî rû nede spasiya Erdogan kir.”
Rudaw
