Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Vatîkanê peywendiyên dualî gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê 18ê Sibatê li Vatîkanê ji aliyê Serokwezîrê Vatîkanê Kardinal Pietro Parolin ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de Mesrûr Barzanî û Pietro Parolin behsa dawî pêşhatên Iraq û herêmê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê de kirin.
Serokwezîrê Vatîkanê, rola gelê Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de û parastina tevahiya pêkhateyên li bilind nirxand û spasiya Herêma Kurdistanê kir ku deriyê xwe ji bi sedan hezar penaber û koçberên vekiriye û hemû mafên olî û netewî û xizmetguzariya jiyanê li Herêma Kurdistanê ji hemû pekhateyan re hebûye.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, tabloyeke olên Misilman, Krîstiyan, Êzîdî û Zerdeştiyan sembolîzê dike diyariyê Serokwezîrê Vatîkanê kir.
Rudaw
