• Tuesday, 10 February 2026
logo

Çima partiya Davutoglu heta niha şaxên xwe li Bakurê Kurdistanê nevekiriye?

Gulan Media February 19, 2020 Nûçe
Çima partiya Davutoglu heta niha şaxên xwe li Bakurê Kurdistanê nevekiriye?
Partiya Paşerojê ya di bin serokatiya Ahmed Davutoglu de hêj li bajarên Bakurê Kurdistanê nekariye yek şaxeke xwe jî deyne.

Partiya Paşerojê ku 3 meh berê bi awayeke fermî hatibû ragihandin, hêj li bajarên Bakurê Kurdistanê şaxeke venekiriye. Rêveberên Partiya Paşerojê idia dikin ku AK Partî û saziyên dewletê gefan li xelkê dixwe ku neyên di partiya wan de cih negirin. Lê AK Partî van îdiyan red dike û dibêje xelk tu pêşerojeke baş di Partiya Paşerojê da nabîne û ji ber vê yekê bi wan re kar nake.

Xebatên avakirina partiyê salek beriya ragihandina wê dest pê kiribû, lê digel vê yekê jî heta niha li tu bajarên kurdan bi awayeke fermî şaxê wê nehatiye danîn.

Derbarê mijarê de Rêveberê Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê Aydin Altaç ji Rûdawê re got: “Bi qasî AK Partiyê saziyên dewletê jî zextê datînin ser mirovan û nahêlin ku bên di partiya me de kar bikin. Ew naxwazin partiya me ava bibe. Nahêlin ava bibe. Herkes dibîne û dê bibîne jî tirsandin li cem me ne çare ye. Em ê muheqeq bigihijin armanca xwe.”

Parlamenterên AK Partiyê jî îdiayên gefxwarinê derewandin. Li gorî AK Partiyê Partiya Paşerojê heta niha nekariye ti bawerî û hêviya pêşerojeke baş bide xelkê. Ji ber vê yekê jî nekariye li bajaran xwe birêxistin bike.

Parlamenterê Amedê yê AK Partiyê Ebubekir Bal jî got: “Nexêr gefxwarina çi? Çi eleqe bi gefxwarinê heye? Ger bi gefxwarinê bûya, me Stenbol, Enqere û Antalyayê, bajarên mezin di hilbijartinên şaredariyan de ji dest nedida. Xelkê li wan deran em hilnebijartin. Partiya Paşerojê bê vîzyon e. Tu gefxwarinek tune ye. Derew e.”

Ji ber ku bajarê Amedê navendeke girîng a siyasî ye, Partiya Paşerojê diviyabû li bajarên Kurdan şaxê xwe yê pêşî li Amedê ava bike. Lê ev yek pêk nehat.

Piraniya xelkê Amedê di wê baweriyê de ye ku Partiya Pêşerojê nikare birêxistinbûna xwe li bajarên kurdan bi pêş bixe. Lê yên jê bawer dikin jî hene.

Welatiyê bi navê Nîhat dibêje: “Ne Davutogluyek, sed heb, hezar heb Davutoglu jî hebin dîsa nikarin li vir tiştekî bikin.”

Welatî Evdilwehab Ektî jî got: “Tu bingeha Davutoglu li vir tune ye. Li vir piranî AK Partî û HDP ye. Bawer nakim Davutoglu li vir bikaribe tiştekî bike.”

Welatî Bayram Eren jî anî ziman: “Weleh ez ji Davutoglu hez dikim? Çima hez nekim? Ger partiya xwe ava bikin ez dê dengê xwe jî bidimê.”

Li gorî qanûna partiyên siyasî ji bo ku partiyek li Tirkiyeyê bikaribe tevli hilbijartinan bibe yan divê di parlamentoyê de koma wê hebe yan jî li 43 bajar û 250 navçeyan birêxistinbûna xwe temam kiribe û şaxên xwe ava kiribe. Ger hilbijartineke pêşwext çêbe Partiya Pêşerojê dê bi vê rewşa heyî nikaribe tevli hilbijartinê bibe.

Rudaw
Top