• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tirkiye gundewarên Til Temir û Girê Sipî topbarankirin

Gulan Media February 19, 2020 Nûçe
Tirkiye gundewarên Til Temir û Girê Sipî topbarankirin
Artêşa Tirkiyê û girupên ser bi Tirkiyê ve gundewarên Til Temir û Girê Sipî topbarankirin

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand, topxaneya artêşa Tirkiyê û girûpên çekdarên ser wê ve gundê Ûm Elkêf a ser bi bajarokê Til Temirê ve bi tondî topbarankir, herweha xalên hikumeta Sûriyê li gundê 'Erîde ya Girê Sipî bi çekên Giran kirîne armanc.

Li gor hatîye belavkirin, di heman dem de jî, gundê Dibis a 'Eyîn 'Îsa yê topbaran kir, lê ziyanên wê êrîşê heya niha nehatîne zanîn.

Berî dû rojan jî, artêşa Tirkiyê hêzeke serbazî mezin şande gundewarê bajarokê Girê Sipî û ew hêz li gundewarê başurê Girê Sipî bich bûn.

K24
Top