• Tuesday, 10 February 2026
logo

Esed: Em dê tevahiya axa Sûriyê rizgar bikin

Gulan Media February 18, 2020 Nûçe
Esed: Em dê tevahiya axa Sûriyê rizgar bikin
Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand ku li herêma Idlib û derdora wê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de berdewam in û heta tevahiya axa Sûriyê dikeve kontrola wan dê berdewam bin. Esed herwiha got ku ew dê tevahiya axa Sûriyê kontrol bikin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed gotareke vîdeoyî belav kir û têde got ku hêj şerê wan ê ji kontrolkirina tevahiya axa Sûriyê bidawî nebûye.

Beşar Esed diyar kir ku Şam û Heleb du baskên Sûriyê ne û baweriya wî bi “wefadariya xelkê Helebê” heye û şerê kontrolkirina gundên Helebê berdewam e.

Esed da zanîn ku herêma Idlib û derdora wê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de berdewam in û hêj şerê wan ê ji bo kontrolakirina tevahiya axa Sûriyê didome û got: “Em dê tevahiya axa Sûriyê rizgar bikin.”

Serokê Sûriyê di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku dê li welatê xwe dawiyê li “hêzên terorist bîne” û aramiyê vegerîne welatê xwe.

Rudaw
Top