• Tuesday, 10 February 2026
logo

DAIŞê du gencên Kurd azad kirin

Gulan Media February 18, 2020 Nûçe
DAIŞê du gencên Kurd azad kirin
Çekdarên DAIŞê li beramberê 80 hezar dolaran du gencên Kurd ên berî şeş mehan revandibûn azad kirin.

Rêvebirê Ewlehiya Kifrê Osman Mihemed ji Rûdawê re diyar kir ku îro Duşemê 17yê Sibatê çekdarên DAIŞê du gencên pêştir revandibû rizgar kirin.

Çekdarên DAIŞê berî 6 mehan kesek ji bajarokê Rizgariyê ser bi Germiyanê ve û kesekî xelkê Kifrê revandibû.

Osman Mihemed got: “Çekdarên DAIŞê du gengên Kurd ên berî şeş mehan revandî her yekê li beramberî 40 hezar dolaran azad kir.”

Çekdarên DAIŞê duh Yekşemê ragihandibû ku ew dê du kesan revandî, radestî malbata wan bikin.

Rudaw
Top