• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Xwendekar û ciwanên Kurdistanê xudan roleke giringin

Gulan Media February 18, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Xwendekar û ciwanên Kurdistanê xudan roleke giringin
dibêje her du Yekîtî Serkirdeyên gelek jêhatî pêgehandine
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî her du Yekîtiyên xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê kiriye ku ev jî tekesta vê ye;

Bi helkefta 67mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî her du Yekitiyên têkoşer, Xwendekar û ciwanên Kurdistanê dikin ku xudan dîrokeke geşin di warê beşdarî kirin di tevgera rizgariya nîştimanî ya Kurdistanê û geşe pêdana hizra nîştimanperwerî û ber bi pêşde birina karîn û asta zanistî ya Xwendekar û ciwanên Kurdistanê.

Ev du Yekîtiyên han hevdem weke debistanekê bûne bo pêgehandina çend Serkirdeyên bihêz ku niha di warên cuda cuda de roleke pêşeng dilîzin.

Hêvî dikim berdewam bin li ser hewl û têkoşîna xwe bo parastina nirxên nîştimanî bi dûr ji hizra tundrevî, bo dabîn kirina pêşerojeke geştir û Kurdistaneke awedantir û pêşkeftîtir.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

17/2/2020

Top