• Tuesday, 10 February 2026
logo

Biryara sêdaredana ciwanekî Êzidî rastî nerazîbûnê hat

Gulan Media February 18, 2020 Nûçe
Biryara sêdaredana ciwanekî Êzidî rastî nerazîbûnê hat
Derçûna biryara sêdaredanê bo ciwanekî Kurdên Êzidî ji aliyê dadgeha Neynowa ve, rastî karevedaneke tund a Kurdên Êzidî hatiye. Bavê wî ciwanî dibêje, roja ku ew tawana li ser hatiye sizadan rû da, kurê wî li cihê bûyerê nebûye. Kesûkarên ciwanê hatiye kuştin jî daxwaz dikin dadgehîkirin li Herêma Kurdistanê birêve biçe.

Roja 3ê Tebaxa 2017an ciwanekî xelkê Zummarê bi navê Faris Newab Mihemed ê 25 salî, di encama teqekirinekê de li komelgeha Xanesorê ya ser bi nahiyeya sînorê li navçeya Şingalê, hat kuştin. Hevrêyê wî jî birîndar bû.

15 roj piştî wê bûyerê hejmareke ciwanên Kurdên Êzidî yên xelkê Şingalê li ser wê bûyerê hatin desteserkirin. Roja 4ê Sibata îsal jî, Dadgeha Tawan a Neynowayê, biryara sêdaredanê bo Xalid Şemo yê temen 21 salî da ku niştecihê navenda Şingalê bû.

Bavê Xalid, Şemo Qeyranî, ji Rûdawê re ragihand, “Roja bûyerê kurê min li kampa Qadya li Zaxoyê bû. Nîvroya wê rojê, me nanê xêrê belav dikir û bi dehan kes li mala me bûn û kurê min dîtin. Ji ber wê yekê biryara dadgehê dadperwerane nîne. Ez daxwazê ji hemû aliyan dikim, li hember wê biryarê bêdeng nemînin.”

Piştî derxistina DAIŞê ji Şingalê, valahiyeke emnî ya mezin li wê navçeyê pêk hatiye ku bûye sedem Şingal bibe meydana milmilaneyên hêz û aliyên ciyawaz. Niha 7 hêz li Şingalê hene ku her yek ji wan ferman û raspardeyan ji aliyê serweriya xwe ve werdigirin. Her ew rewş bûye sedem ku di çend salên derbasbûyî de 85 kes bên kuştin û ti kesek jî li ser wan kuştinan neyên dadgehîkirin.

Newab Mihemed, bavê Faris dibêje, “Kurê min Pêşmerge bû. Di rêzên pêşiyê yên şerê li dijî DAIŞê de bû. Roja 2ê Tebaxê, li gel mamekî xwe serdana Şingalê kir. Êvariya vegerê çend tonêk pîvaz li Şingalê kirine. Rojek piştî wê, li gel xizmekî me yên din diçe Şingalê, piştî nîvro jî hat kuştin.”

Xizmekî Faris ji wê bûyerê rizgar bû û her wî, paşê ji bavê Faris re ragihandiye ku 4 kesên çekdar rê li wan girtiye û teqe li wan kiriye. Newab dibêje, “Li gor gotinên xizmê me ew ciwanê Êzidî jî li gel wan bû, lêbelê em nizanin kî tawanbar e.”

Bavê Faris bi dûrî dizane ku Xalid bikujê sereke be û dibêje, “Ew ê ku zanyarî bi wan ciwanan dane û plan bo dariştine, nehatine desteserkirin. Em nizanin kê tawan kiriye, lêbelê dibêjin tawanbarên din jî hene.”

Şemoyê bavê wî ciwanê ku biryara sêdaredanê li ser hatiye dayîn, biryara dadgehê weke ‘siyasî’ pênase dike û dibêje, “Çima biryara sêdaredanê bo bi dehan Erebên DAIŞî der nakin ku bi sedan keç û kurên me kuştin û kirîn û firotin pê kirin.”

Bavê ciwanê hatiye kuştin jî naxwaze bûyer bibe taîfî û dibêje, “Ez tenê dixwazim mafê kurê min winda nebe. Eger bi biryarê qayil nînin, em razî ne ku li Herêma Kurdistanê bê dadgehîkirin, bo ku tawanbarê rasteqîn bigihije sizayê xwe.”

Rudaw
Top