Li Kerkûkê di nav dibistaneke Kurdî de dibistaneke Erebî ava dikin
Birêveberê Xwandina Kurdî li Kerkukê, Şêrzad Reşîd Kake ji Rudawê re ragihand, hewlek heye ku di nav meydana herdu dibistanên Kurdî yên Kurdistan û Qazî Mihemd de, avahiya dibistaneke Erebî bê dirustkirin.
Şêrzad Reşîd Kake diyar kir, tevî ku hewleke bi vî awayî heye, lê belê heta niha ti nivîseke fermî derbarê wê yekê de nîne.
Şêrzad Reşîd Kake got jî, ew meydan ji bo çalakiyên werzişî yên du dibistanên Kurdî bikar tê, jiber wê nabe ew erd bo çêkirina avahiyê dibistaneke din were bikaranîn.
Birêveberê Xwandina Kurdî li Kerkukê aşkere jî kir, ew rê nadin wî karî û tekez kir, wan daxwaz ji Birêveberê wê dibistana Kurdî kiriye ku nivîseke fermî ji me re bişînin, daku em li Bexdayê hewl bidin û pêşiyê wî karî bigrîn.
Li bajarê Kerkûkê bi giştî 537 dibistan û kireşên zarokan ên Kurdî hene, ku xwandin li wan cihan bi Kurdî ye. Li gor agahiyan, 7600 mamosta û 1700 fermanber wan dibistan û kreşên Kurdî yên li Kerkûkê birêve dibin.
Rudaw
