Xaneqîn – Li Gulale di êrişa çekdarî de herî kêm serbazekî Iraqî hat kuştin
Berpirsê komîteya YNKê li nahiya Gulale ya Xaneqînê, Xelîl Xudadad ji BasNewsê re got, derengiya şeva borî du çekdarên nenas li nahiya Gulale êrişî hêzên Iraqî yên li rêbenda ber dergehê bajêr kirin.
Xelîl Xudadad her wiha got, di wê êrişê de serbazek hat kuştin û sê serbaz jî birîndar bûn. Piştî wê êrişê çekdar reviyan û xwe veşartin.
Basnews
