Nêçîrvan Barzanî û James Jeffrey civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 17ê Sibatê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey û şanda pê re kir.
Di civînê de pêşhatên herî dawî yên rewşa Sûriyê û hewlên navdewletî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û hewldanên ji bo vegerandina aramî û seqamgîriyê ji bo wî welatî û ragirtina şer û kuştinê li Sûriyê gotubêj kirin. Rol, amadeyî û bandora hêzên heremî û navdewletî yên li Sûriyê û pêwîstiya hevkarî û hemanhengiya di navbera hemû aliyan de ji bo dîtina rêçareyekê siyasî ya aştiyane û herwiha ji bo parastina aramî û seqamgeriya li navçeyê bi giştî hat kirin.
Di beşeke din a civînê de pêşhateyên herî dawî yên rewşa Iraqê û hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta ya wî welatî û helwesta Herêma Kurdistanê ya derbarê vê yekê de hat gotûbêjkirin.
Li gor heman daxuyaniyê di civînê de behsa metirsiya dubare derketina terorê li Iraq û Sûriyê û çawaniya rûbirûbûna wê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin û herwiha behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.
