Trump daxwaz ji Rûsyayê dike piştgiriya Esed neke
Koşka Spî derbarê peywendiya telefonî ya Serokê Amerîkayê û Serokomarê Tirkiyê de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, Donald Trump tekez kiriye, ku pêwîst e Rûsya dawiyê li piştevanîkirina hikûmeta Sûriye bîne.
Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Trump û Erdogan di vê peywendiya telefonî de behsa êrîşên artêşa Sûriyê bo ser parêzgeha Idlibê jî kirine.
Koşka Spî diyar kiriye, Trump nîgeraniya xwe ji tundûtûjiyên li parêzgeha Idlibê aniye ziman û ji ber hewlên Tirkiyê yên ji bo alîkariyên mirovî bo xelkê Idlibê, spasiya Erdogan kiriye.
Hevdem di vê peywendiya telefonî de Serokê Amerîkayê û Serokomarê Tirkiyê behsa rewşa Lîbyayê jî kirine û Trump ji Serokomarê Tirkiyê re gotiye, destwerdana derve di karûbarên Lîbyayê de tenê rewşa wî welatî xirabtir û aloztir dike.
Rudaw
