Di êrîşa komên çekdar de li Minbicê sivîlek hat kuştin û 5 serbazên Sûrî birîndar bûn
Li gor zanyariyan, komên çekdar ji gundê Yaşlî ve, gundên Dendeniya, Um Edesa, Farat, Um Celûd, Eseliya û Seyada yên li bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran kirin.
Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihandiye, di encama topbarana li ser van gundên Minbicê de, jinekê jiyana xwe ji dest da û sivîlek din birîndar bû.
Herwiha topek li mizgefta gundê Um Edese ketiye û bi wê yekê ziyan gihîştiye mizgeftê.
Li aliyekê din, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ji herêma operasyona Mertala Firatê nuqteyên hêzên hikûmeta Sûriyê yên li gundê Ewseclî û li ser rêya navdewletî ya Bab- Minbicê kirin armanc.
Di wê êrîşê de jî 5 serbazên hikûmeta Sûriyê birîndar bûne.
Gundê Ewseclî 7 km dûrî xeta navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hêzên Sûriyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ye.
Ofîsa Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, hêzên Sûriyê bersiva êrîşa komên çekdar dane û di encamê de 2 çekdar hatine kuştin û 5 çekdar jî birîndar bûne.
Rudaw
