• Tuesday, 10 February 2026
logo

Almanya: Kurdistan mînakeke geş ya desthilatdariyê ye

Gulan Media February 17, 2020 Nûçe
Almanya: Kurdistan mînakeke geş ya desthilatdariyê ye
dibêje Kurdistan pêşkeftiye û arame
Serokwezîrê herêma Kurdistanê ligel wezîrê dewlet bo karûbarê derve yê Almanyayê civiya û piştî civînê derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 16/2/2020 di çarçoveya konferansa ewlekariya Munichê de li gel wezîrê dewlet yê Almanyayê yê bo karûbarê derve Niel Annen civiyan.

Di civînê de me behsa rewşa Îraq, deverê û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îraqêkir û tekez li ser giringiya berdewamiya hemahengiya piştîvanî kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna gefên DIŞIê kir.

Ji aliyê xwe ve wezîrê dewlet yê bo karûbarê derve yê Almanyayê stayîşa aramî û geşe kirina ezmûna herêma Kurdistanê kir û anî ziman ku Kurdistan mînake geş ya desthilatdariyê ye li Îraqê de.



Top