Rejîma Sûriyê xaleke çavdêriya artêşa Tirkiyê topbaran kir
Li gor malpera Sky Newsê ku ji çavkaniyekî ve veguhestiye, îro 17.02.2020ê artêşa rejîma Sûriyê xaleke çavdêriya artêşa Tirkiyê li navçeya Şêx Eqîl a li bakurê Helebê topbaran kiriye.
Heman çavkaniyê amaje bi wê jî kiriye ku artêşa Tirkiyê bi topbaranê bersiv daye artêşa Sûriyê.
Li gor zanyariyên hene, kuştî û birîndar ji artêşa Tirkiyê hene, lê heta naha ti amarek jî li berdest nîne.
Basnews
