Girêspî- Ji ber teqînekê 3 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn
Li çarxeriya Belediyê ya nava Girêsipî teqînek bi riya otombîleke bombekirî rû da.
Ligor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 3 kesan canê xwe jidest dane û 7 kesên din jî birîndar bûne.
Pêştir jî çendîn teqîn bi riya otombîlên bombekirî li navçeyên Girêsipî û Serêkaniyê rû dane û xelkê sivîl bûne qurbanî.
HSD jî artêşa Tirkiyê di ber teqînan de berpirsyar dibîne û dibêje, armanca Tirkiyê ji encamdana teqînan ew e, rewşa ewlehiyê xiraptir bibe û xelkê deverê neçar bibe koçber bibe.
Basnews
