Daxuyaniyeke hevbeş a civîna Serok Barzanî û Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê
Di civînê de guftûgo derbarê rehendên rewşa niha ya Iraqê û navçeyê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin kirin û li ber ronahiya civînê jî, herdu aliyan li ser van xalên li jêr rêkeftin.
1- Karkirina ligel hemû hêzên siyasî ji bo derbasbûna ji tengiya niha heye û beşdarîkirina di vegerandina aramiya Bexdayê û parêzgehên din ên başûrê Iraqê de.
2- Pêwîst e hikûmeta dahatû ya Iraqê nûnertiya hemû pêkhateyên Iraqê bike û li ser binemaya hevpariya niştimanî be.
3- Divê bernameya hikûmetê bi ronî amaje bi amadekariyên hilbijartina pêşwext di zûtirîn dem de bike, wek cibicîkirina daxwaza xwepêşamderan û ev babet divê bibe karê pêşîne yê hikûmeta dahatû.
4- Pêwîst e bernameya hikûmeta dahatû planeke ron û aşkere lixwe bigire ji bo vegerandina heybeta dam û dezgehên dewletê, parastina aştiya civakî, dawîanîna destêwerdana derveyî, hîştina çek tenê di destê dewletê de û nehîştina diyardeya çekdarên nefermî.
5- Berdewamiya karê hevbeş bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re ji bo alîkariya Iraqê di rûbirûbûna gefên terorê û zalbûna bi ser paşmayên teroristên DAIŞê de.
6- Karkirina ji bo berdewambûna pêwendiyên dualî, ew jî ji bo hevahengîkirina helwestên herdu aliyan û hevbeşên din.
