Dr. Mehmûd Osman: Nabe hikûmeta nû ya Iraqê de, kurd û sunne bên piştguh xistin
Siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Guftûgo derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de berdewamin û dibe vê heftiyê kabîneya nû ya hikûmetê bê ragehandin. Tişta heye heta naha wezîrên kurd dê di cîhê xwe de bimînin û vê heftiyê dê kabîneya nû ji Parlamentoyê re bê pêşkeş kirin.’’
Herwaha got: ‘’Divê em li bendê bin û bizanin ka dê rewş çawa bibe, Mihemed Tofîq Elawî dibêje ti partiyekî destkarî nekiriye. Ji ber wê dê vê heftiyê pêngav bileztir jî bin.’’
Mehmûd Osman got: ‘’Giringe kurd û sunne neyên piştguh kirin, her kesek pişka xwe vergire û neyên piştguh xistin. Ji ber dana aliyekî ya kurdan û sunneyan vê hikûmetê sernaxe.’’
Basnews
