• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mezlûm 'Ebdê: Kes nekarê pirojeya Rêveberîya Xweser ji nav bibe

Gulan Media February 17, 2020 Nûçe
Mezlûm 'Ebdê: Kes nekarê pirojeya Rêveberîya Xweser ji nav bibe
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand, kes nekare pirojeya Rêveberîya Xweser ji nav bibe û bê wan kirîza Sûriya çareser nabe.

Fermandarê giştî yê HSDyê Mezlûm 'Ebdê di hevpeyvînekê de li gel kenala El'erebye ragehand, rewşa Sûriya bo pêş sala 2011 qet navegere û di evê hevkêşyê de Kurd rolek a mezin heye û divê li ber çav were girtin.

'Ebdê gotîye jî, ew mafeke rewa ji Rêveberîya Xweser re dixwazin ku gelek qurbanî daye ji bo berevanîkirinê ji axa xwe.

'Ebdê herweha got, ji krîza Sûryê re rêya serbazî ne çareye, ji ber vê yekê jî ew hêvî dikin ku bi rêyên sêyasî bigehin rêkeftinekê bi hikumeta Sûriya re.

'Ebdê tekez jî kir, pirojeya Rêveberîya Xweser bûye kevwar û kes nekarê ji nav bibe û bê li berçavgirtina giringîya pirojeyî çareserîyê li Sûryê peyda nabe.

K24
Top