Ji ber berf û bagerê deriyê sînorî yê Hacî Omeran xitimî!
Berpirsê gumrika deriyê sînorî yê Hacî Omeran, Mesûd Batêlî ji televîzyona K24 re gotiye, ji duhî de zêdetirî 70 santîman berf li Hacî Omeran û li ser sînor bariye. Ji ber bagerê asta dîtinê gelekî daketiye ji ber wê jî hatin-çûn li dergehê Hacî Omeran hatiye sekinandin.
Mesûd Batêlî bang li bazirgan û tûrîstên Herêma Kurdistanê û Îranê kiriye, îro bi ti awayî berê xwe nedin sînor ji ber ku bagerek tund heye.
Di heyama çend rojên borî de herî kêm sê caran berf û bagerê deriyê sînorî yê Hacî Omeran xitimandiye.
Basnews
