Firokeyeka serbazî ya Erebistanê li Yemenê ket
Berdevkê Hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Erebistana Siûdiyê ragihand, duhî firokeyeke serbazî li nêzikî navçeya çiyayî li bakûrê Yemenê ketiye xwarê.
Berdevkê Hevpeymaniya Erebî aşkere kir ku ew firoke ji cureyê Tornado ye û ser bi hêza asmanî ya Siûdiyê ve bûye û piştevanî li hêzên hikûmetê kiriye di şerê li dijî grûpên çekdar ên li Yemenê.
Herwiha di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Hevpeymaniya Erebî ve hatiye belavkirin, ziyanên wê bûyerê nehatine aşkerekirin.
Li aliyê din piştî ketina wê firokeyê, çekdarên Hûsî yên Yemenê jî daxuyaniyek belavkirin û ragihandin ku wan ew firoke xistine.
Basnews
