• Tuesday, 10 February 2026
logo

Destêwerdana welatan û korona mijara serekî ya Konferansa Asayîşê ya Munichê bû

Gulan Media February 16, 2020 Nûçe
Destêwerdana welatan û korona mijara serekî ya Konferansa Asayîşê ya Munichê bû
Di Konferansa Asayîşê ya Munichê de heta niha hejmareke gotar û panêl, ji aliyê rayedar û wezîrên welatên cîhanê ve birêve çûn, û mijarên destêwerdana welatan di karûbarên hin welatên din de, û virûsa Korona, mijarên sereke yên bû.

Di roja duyem a Konferansa Asayîşê ya Munichê de, çendîn serkirde, wezîrên derve û berevaniyê yên ‎welatan axifîn û di panelan de beşdarvanan bal kişandin ser rewşa welatan û siyaseta hikûmetên xwe. ‎Sekreterê Giştî yê NATOyê jî di gotarekê de tekez li ser girîngiya bihevrekarina Ewropa û Amerîkaya ‎Bakur kir.‎

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di panelekê de got: “Her hewldanek bo dûrxistina Ewropayê ji Amerîkaya Bakur ne tenê peywendiya parzemînbir a ‎navbera herdu aliyan lawaz dike û bandorê li şiyana me ya bo hevrikîkirina li ser dika cîhanî dike, lê ‎dibe sedema dabeşbûna Ewropayê. Baweriya min bi karkirina yekalî ya Ewropa û Amerîkayê nîne. ‎Baweriya min bihevre karkirina Ewropa û Amerîkayê heye.”‎

Du ji wan kesên serekî ku duh axifîn, wezîrên derve û berevaniyê yên Amerîkayê bûn. Di demekê de ku ‎bala serekî ya Mark Esper li ser Çînê bû, Mike Pompeo amaje bi siyaseta welatê xwe beramber civaka ‎navdewletî û siyaseta hineka welatan jî da, ku wî wek xelet ew binav kirin.‎

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got: “Mûşekên Îranê saziyên petrolê yên Siûdiyê teqandin û hêzên bi wekalet ên wê li Iraq, Lubnan, ‎Sûriye û Yemenê hene. Êrîşên elektronîk ên Îraniyan torên internetê yên Rojhilata Navîn girtine. ‎Niha Îran ciwanên Iraqî û Lubnanî dixeniqîne ku ji xeynî hikûmeteke paqij û xwedan serwerî, hîç ‎tiştekî din naxwazin.”‎

Ew konferans di demekê de ye ku vîrûsa koronayê li çendîn welatên cuda yên cîhanê belav bûye û heta ‎niha hewldanên bo jinavbirina vê vîrûsê biserneketine. Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê dibêje, karvedana ‎hinek welatan li beramber wê vîrûsê gelekî dijwar e û amaje bi wê yekê dide ku hikûmeta welatê wî ‎karê baş kiriye bo rêgirtin li belavbûna wê vîrûsê.‎

Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê Qin Gang wiha axivî: “Encama hewldanên me yên mezin hebû. Dazdeh roj e enfeksiyonên nû yên derveyî Hubei kêm ‎dibe û di heman demê de rêjeya başbûnê jî ber bi bilindbûnê ve ye. Zêdeyî 8 hezar kes baş bûne û ji ‎nexweşxaneyan derketine. Karên me bûne rêgir li ber belavbûna vîrûsê bo welatên din. Ev ji me re ‎dibêje ku hikûmeta Çînê rêbazeke berpirsyarane li beramber xelkê xwe û xelkê cîhanê peyrew dike.”‎

Gotûbêjkirina rewşa Afganîstanê jî mijareke din bû ku gelek axaftin li ser hat kirin, ew jî di demekê de ‎ku hewldanek heye bo destpêkirina proseyeke siyasî bo çareserkirina tundûtûjiyên li wî welatî.

Rudaw
Top