• Tuesday, 10 February 2026
logo

Dîdar û civînên Mesrûr Barzanî di roja dûmahîkê ya konferansa Mûnîxê de

Gulan Media February 16, 2020 Nûçe
Dîdar û civînên Mesrûr Barzanî di roja dûmahîkê ya konferansa Mûnîxê de
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê bi wezîrên derve yên Tirkiye û Îranê re hevdîtin bike.

Di çarçoveya pêncî û şeşemîn konferansa asayişa cîhanî ya Mûnîxê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê bi çend berpirs û rayedarên din yên welatan re hevdîtin bike.

Mesrûr Barzanî dê îro û di roja sêyemîn ya konferansa Mûnîxê de bi şandeka parlementerên Partiya Kesk ya Almanya hevdîtin bike, paşê wezîrê derve yê Îranê Cevad Zerîf dibîne.

Serokê hikûmeta Kurdistanê piştî wan hevdîtinan dê bi berpirsê asayişa niştimanî ya Brîtanya, Mark Sedwill û wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu re rûnê.

Konferansa asayişa cîhanî ya Mûnîxê îro xilas dibe.

Basnews


Top