Berpirsê baskê 14ê li Mûsil: Xelkê Mûsilê dixwazin Pêşmerge parastina wan bike
Berpirsê baskê 14ê yê PDKê li Mûsilê Elî Xelîl ji basnewsê re ragehand, rojane bi dehan malbat Mûsilê bicîh dihêlin û berê xwe didin herêma Kurdistanê. Ji ber xelk jiyana xwe piştrast nîne li Mûsilê. Ji ber Heşdî Şeibî berdewam gefan li hemwelatiyan dixwe, tirsê nav xelkê de ava dike. Herwaha jî heta naha terorîstên DAIŞê li Mûsilê xilas nebûne û şaneyên wan hene. Bi awayekî grup ew şane xwe lêkdane û xelk jê ditirse, ku ew şaneyên DAIŞê rabin û tewanan dijî xelkê sivîl bikin. Lewra xelkê Mûsilê dubare mal û halên xwe bicîh dihêlin.’’
Herwaha got: ‘’Xelkê Mûsilê dixwaze Pêşmergeyên Kurdistanê vegere deverê bo parastina wan. Herwaha jî ewlehiya Mûsilê di dest polîs de be û hemû grubên nav Mûsilê bên derxistin û berî çend rojan jî pêkhateyên deşta Nînowa dijî reftarên Heşdî Şeibî xwe pêşandanek pêkanîn û dengê nerazîbûna hemwelatiyan dijî Heşdî Şeibî bilind dibe.’’
Basnews
