Artêşa Sûriyê rêya di navbera Şam û Helebê de bi tevahî kontrol kir
Piştî ku hêzên hikûmeta Sûriyê navçeyên Fewca 46, Rîf Elmuhendisîn, Dewwar Elsewmehe,Orum ElKubra, Orum Elsuxra, Şamîko, Zehret Emedain, Xan Esel, Raşidîn, Şêx Elî, Errade, Ernaz û rêya serekî M5 li rojavayê Helebê ji destê grûpên çekdar derxistin, niha berê xwe dane navçeya Şêx Eqîl û bajarokê Etarib.
Di vê derbarê de Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku Rêya M5 ya di navbera Şam û Helebê de bi tevahî ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatiye kontrolkirin.
Efserekî Sûrî dibêje: “ Bi rastî em ji çend çeperan bi pêşve çûn, me ji sê çeperan berê xwe da navçeya Raşidîn a çarem, me ew bi tevahî kontrol kir, bi rastî hijmara çekdaran ne zêde bû, me hemû çek dijî wan bikar anîn, herwiha me rêya serekî û stratejîk M5 a ku Şam û Helebê û hemû parêzgehên Sûriyê bi hev ve girêdide kontol kir.”
Li gor çalakvanên xwecihî, derbarê van pêşhateyan li ser çeperê şer li rojavayê Helebê, artêşa Tirkiyê hêzên xwe li bajarokên Etarib û Kefir Kirmîn qayîm kirin, daku rê li ber hêzên hikûmetê bigire, herwiha li gundê Mearret Hitat li başûrî Mearret Numan li başûrê parêzgeha Idlibê artêşa Tirkiyê rêya M5 a di navbera Şam û Helebê de qut kir, di heman demê de artêşa Tirkiyê li bajarokê Erîhayê li başûrê rojavayê Idlibê, hêzên xwe li ser rêya M4 a ku Heleb û Laziqiyê bi hev ve girêdide qayîm kirin.
Ev di demekê de ye, ku rojane berpirsên wî welatî hişyariyê didin hikûmeta Sûriyê ku divê hêzên xwe li gor rêkeftina Soçî ji navçeya Bêçek li Idlibê vekişîne.
Rudaw
