Hindîstanê hişyarî da Erdogan: Destê xwe nexe nav karên me!
Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêr çûbû Pakistanê û li parlementoya wî welatî gotarek pêşkêş kiribû.
Erdogan di gotara xwe de behsa herêma Keşmîrê kiribû, ku bi salan e Hindîstan û Pakistan li ser wê şer dikin, û gotibû, çawa gelê Pakistanê di dema şerê Çalakkalê de alîkarî dabûn Tirkiyê ewê jî di şerê rizgarkirina Keşmîrê de alîkariyê bidin Pakistanê.
Li hember van gotinên Erdogan, wezareta derve ya Hindîstanê bi tundî nerazîbûn nîşan da û hişyarî da Erdogan.
Wezareta derve ya Hindîstanê daxwaz ji Erdogan kir, destê xwe nexe nav karên Hindîstanê û helwestek rast li hember terora ku Pakistanê li hember Hindîstanê dimeşîne, werbigire.
Basnews
