• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokwezîr û wezîrê derve yê Franseyê civiyan

Gulan Media February 16, 2020 Nûçe
Serokwezîr û wezîrê derve yê Franseyê civiyan
Dibêje lazime hevpeymaniya cîhanî li deverê de bimîne
Duhê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munichê li gel wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian civiya.

Di civînê de behsa guhertin û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê hate kirin û wezîrê derve yê Franseyê piştîvaniya welatê xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser giringiya mayîna hêzên hevpeymanan li Kurdistan û Îraqê de bo şerê dijî terorê.

Her di heman civînê de Serokê herêma Kurdistanê jî spasiya Franseyê kir jiber piştîvaniya berdewam ji Kurdistanê û helwesta dostane ya li hember gelê Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî derbarê ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de ev yek diyar kir ku lazime rêz ji pêgeh û mafên destûrî yên herêma Kurdistanê were girtin û dezgehên fermî yên Kurdistanê jî nunerên herêmê yên li Bexdayê diyar bike.
Top