• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ji encam hêrişa Îsrayîlê 4 efserên Îranî û sê serbazên Sûriyê hatin kuştin

Gulan Media February 15, 2020 Nûçe
Ji encam hêrişa Îsrayîlê 4 efserên Îranî û sê serbazên Sûriyê hatin kuştin
4 efserên Îranî û sê serbazên Sûriyê di hêrişa şeva burî ya Îsrayîlê de li Dîmeşqê hatin kuştin.

Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirov belav kirîye, direngîya şeva burî, firokeyên Îsrayîlê hejmareka hêrişan kirin ser navçeya di navbera firokexaneya Dîmeşq a nêvdewletî û navçeya Sit Zeyneb ku ev navçeya hanê bingehên Îranî têde hene û di encam de 4 efserên Îranî û 3 serbazên Sûriyê hatin kuştin.

Ajansa Fermîya hikumeta Sûriyê belav kirîye, ku berevankarên asamnî yên artêşa Sûriyê berengarî hêrişekê bûne li bilindahîyên Golanê û karîn hejmareka mûşekan tûkbişkînin berî bigehe aramancên xwe.
Top