• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokwezîrê Bulgaristanê: Kurd dostên me ne

Gulan Media February 15, 2020 Nûçe
Serokwezîrê Bulgaristanê: Kurd dostên me ne
Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov diyarkir, ku Kurd dostên Bulgaristanê ne û li welatê wan hejmarek berçav a Kurd heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Konferansa Ewleyiyê ya 56em a Munchenê de ligel Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov re civiya.

Di civînê de liser pêşhateyên herêmê û Iraqê, herweha pêwendiyên Bulgaristanê û herêma Kurdistanê hate rawestandin.

Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov diyarkir, ku Kurd dostên Bulgaristanê ne û li welatê wan hejmarek berçav a Kurd heye. Kurdên li Baulgaristanê, pêwendiyek xurt ligel civata Bulgarî heye û welatê wî amade ye pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêztir bike.

Borisov diyarkir, ku ligel herêma Kurdistanê dixwazin pêwendiyên xwe di warên geştyarî, çandinî û enerjiyê de bihêztir bikin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî vexwend Bulgaristanê.

Liser hevahengiya dijî terorê hate axaftin û Serokwezîrê herêma Kurdistanê hesankariyê, ku Kurdistanl pêşkeşî weberhênerên navxweyî û biyanî peyda dike, anî ziman.



K24
Top