Artêşa Tirkiyê bi sedan komando şand herêma Idlib ya Sûriyê
Ev çend roj in artêşa Tirkiyê hêz û alavên serbazî dişîne herêma Idlib ya Sûriyê û amadekariyên şerekî mezin dike.Herî dawî, derdora 60 otomobîl tijî komando şand wê herêma Sûriyê.
Di çarçoveya rêkeftina Soçî de, Tirkiyê 12 xalên çavdêriyê li derdora parêzgeha Idlib ya Sûriyê daniye.
Piştî ku hêzên rêjîma Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsî beşek ji herêma Idlibê ji destê hêzên Tirkiyê derxistin, di navbera her du aliyan de şerekî giran derket û heta niha jî didome.
Ji her du aliyan gelek serbaz û çekdar hatine kuştin.
Tirkiyê gefa wê yekê xwariye ku heta dûmahîka vê mehê hêzên rêjîmê ji Idlibê derxîne.
Basnews
