Serokwezîrê herêma Kurdistanê ligel Wezîra Bergirî ya Almanyayê civiya
Hate ragihandin, ku di civînê de liser alîkariya Almanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de bo Hêza Pêşmerge re jî, hatiye axaftin.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê di çarçoveya Konferansa Ewleyiyê ya 56em a Munchenê de, her îro gelek hevdîtinên girîng encam dan. Ligel: Wezîrê Enerjî yê Amerikayê Dan Brouillette, Wezîrê Bergirî yê Iraqê Necah Şemmeri, Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov û Wezîrê Derve yê Amerikayê Mike Pompeo hevdîtin pêkanîn.
Hate zanîn, ku sibe jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî, dê çendîn hevdîtinan ligel berpirsên pilebilind ên navdewletî bicive.
k24
