Pentagon: Tu rêkeftin ligel Tirkiye liser Idlibê çênebûye
Peyvdar Alyssa Farah, derbarê nûçeyên medya Tirkiye, ku rêkeftinek di navbeyna Amerika û Tirkiye de liser xebat û çalakiyên zêdetir ên Amerika û NATO li devera Idlibê ne rastin.
Farah herweha anî ziman, ku tu hevdîtin jî, di navbeyna Wezîrê bergiriyê yê Amerika Mark Esper û Wezîrê bergirî yê Tirkiye Hulusi Akar de pêk nehatiye. Tenê liser piyan silav dan e hevûdu.
Medya Tirkiye ragihandibû, ku Hulusi Akar ligel Mark Esper di navenda NATO de civiya ye û her du aliyan liser rewşa Iraqê, Sûriye û bi taybet Idlibê bîr û raman guherîn e û giringiya hevkariya aliyan anîne ziman. Lê, Pentagon ev yek red kir!
K24
