Parlamentoya Sûriyê projeyasaya ‘Komkujiya Ermeniyan’ pesend kir
Ajansa nûçeyan a hikûmeta Sûriyê SANAyê ragihand ku parlamentoya wî welatî di rûniştina îro 13yê Sibatê de projeyasaya ku ku bûyerên 1915ê yên derbarê Ermeniyan de weke “komkujî” pênase û şermezar dike bi piraniya dengan qebûl kir.
Serokê Komîteya Peywendiyên Derve û Erebî li Parlamentoya Sûriyê Butros Morjana, diyar kir ku piştî “Komkujiya Ermeniyan” li bakurê Sûriyê, komkujiya Suryanî û Aramiyan jî hate encamdan û got: “Dema wê yekê hatiye ku ew kiriyarên dermirovî bêne şermezarkirin û rê li ber were girtin ku carake din dubare nebin.”
Balyozê Ermenistanê ye li Sûriyê Mihemed Hac Îbrahîm jî ragihand ku “xelefeyên kesên pêştir komkujî pêk anîne, îro bi rêya teroristan heman tawanan li hemberî xelkê Sûriyê pêk tînin.”
Mihemed Hac Îbrahîm wiha got: “Naskirina komkujiyê girîng e, çimkî heta niha ji welatên Erebî, tenê Lubnanê komkujiya Ermeniyan nas kiriye.”
Seroka Grûba Dostaniya Ermenistan-Suriyê Nora Arisyan jî ew biryar weke biryareke dîrokî bi nav kir.
Ligel vê biryarê, Sûriyê dibe duyemîn welatê Erebî ku bûyerên 1915an weke komkujî Ermeniyan qebû dike.
Welatên Komkujiya Ermeniyan nas dikin
Di sala 1965an de weke yekem Uruguayê komkujiya Ermeniyan nas kir. Piştî Uruguayê parlamentoya Qibrisê duyemîn welat e ku ew komkujî nas kiriye.
Welatên ku heta niha komkujiya Ermeniyan nas dikin ev in: Almanya, Arjantin, Avusturya, Belçîka, Bolîvya, Bezîlya, Bulgaristan, Kanada, Şîlî, Çekya, Ermenistan, Fransa, Yunanistan, Îtalya, Lîbya, Lîtvanya, Lûbnan, Luksemburg, Holland, Paraguay, Polond, Portugal, Rusya, Slovakya, Swêd, Swisre, Suriye, Vatikan ve Venezuela.
Rudaw
