• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mark Esper: Me ti soz nedane Tirkiyeyê

Gulan Media February 13, 2020 Nûçe
Mark Esper: Me ti soz nedane Tirkiyeyê
dibêje me ti soz nedaye Tirkiyeyê
Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Mark Esper derbarê naveroka civîna xwe ya li gel wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê ya li Brûksel diyar kir ku, me di civînê de behsa rewşa Îdlibê û pevçûnên heyî yên li vê deverê kiriye.

Mark Esper eşkere kirk u Amerîka derbarê Îdlibê de ti sozek nedaye Tirkiyeyê û ti peyman jî li gel Tirkiyeyê îmze nekiriye û me soza vê yekê nedaye ku çi weke Amerîka anjî çi weke NATO li Îdlibê ti gavek bavêjin.

Esper herwiha derbarê nûçeyên çapemeniya Tirkiyeyê de jî ku gotibûn qaşo Amerîka vê hevkariya Tirkiyeyê bike, got: Tişteke wisa tuneye, me ti soz nedaye Tirkiyeyê û em li Îdlibê ti gavek navêjin.

Top