Hevpeymaniya Navdewletî derbarê aloziya li Qamişlo daxuyanî da
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku ew li Qamişloyê rûbirûyê hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê bûne.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dibêje, karwaneke hêzên wan li Qamişloyê bi çekên sivik rastî êrîşê hatiye û wan jî bersiv daye.
Li gor daxuyaniyê, kesên nenas teqe li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kirine.
Îro Çarşemê karwaneke hêzên Amerîkayê ku dixwast, li 3 gundên li başûrê Qamişloyê dewriyeya xwe pêk bîne, rastî nerazîbûna nîşteciyên wan gundan hat û xelkê bi keviran êrîşî ser wê karwana amerîkî kirin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, di nava xelkê sivîl de hin kesan jî teqe li hêzên Amerîkayê kirin, ku hêzên Amerîkayê bersiv dan û di encamê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Qamişloyê ragihand, kesê ku hatiye kuştin û herwiha kesê birîndar jî, milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê ve û endamêm hêza bi navê Hêzên Berevaniya Niştimanî bûne.
Li gor zanyariyên Rûdawê, navê kesê kuştî Fêysel Xalid Mihemed û kesê birîndar jî Cuma Silêman el-Ereb e.
Rudaw
