Pêla befir barînê Kurdistan dide ber xwe
Îro navenda meterolojiya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde huşdarî daye şêniyên Kurdistanê.
Li gor daxuyaniya han vê pêleke befir barînê seraserê Kurdistanê bide ber xwe û li navenda bajarên weke Hewlêr, Dihuk, Silêmanî û Helebceyê jî befireke zêde bibare.
Navenda meterolojiyê herwiha huşdariya vê yekê daye ku pileya germî dadibeze lewre lazime welatî haya xwe ji xwe hebe.
