• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erecî: Mihemed Elawî 10 wezîr bo kabîneya xwe diyar kiriye

Gulan Media February 11, 2020 Nûçe
Erecî: Mihemed Elawî 10 wezîr bo kabîneya xwe diyar kiriye
Rêveberê Iraqî dibêje serokwezîrê demkî ku hatiye erkdar kirin, 10 wezîrên kabîneya xwe diyar kirine.

Cîgirê serokwezîrê Iraqê yê berê Beha Erecî daxuyaniyeke çapemeniyê de ragehand, piraniya wan kesên ku Mihemed Tofîq Elawî diyar kirine, dûr in ji siyasetê.

Beha Erecî ragehand, Mihemed Elawî 10 wezîrên kabîneyê diyar kiriye û hewl dide hemû kabîneyê naha tejî bike.

Rêveberê Iraqî gumanên xwe bo diyar kirina temamê endamên kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û pêşkeş kirina ji parlamentoyê re nîşan da, ji ber piraniya aliyên siyasî bi awayî diyar kirina wezîran nerazî ne.

Şeva 01.02.2020ê serokkomarê Iraqê Mihemed Tofîq Elawî bo pêkanîna hikûmeta demkî ya welat erkdar kir, ku cîha Adil Ebdulmehdî de dest bi kar bibe.

Basnews
Top