• Tuesday, 10 February 2026
logo

5 leşkerên din yên Tirkiyeyê hatin kuştin

Gulan Media February 11, 2020 Nûçe
5 leşkerên din yên Tirkiyeyê hatin kuştin
tirkiye dibêje me jî bersifa artêşa Esed daye
Duhê li Idlibê di encama êrîşa artêşa rejîma Sûriyeyê de bo ser xaleke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê, herî kêm 5 leşker hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.

Hikûmeta Tirkiyeyê jî dibêje dem û dest bersifa êrîşê hatiye dayîn û hijmareke zêde leşkerên Sûrî hatine kuştin.

Weke tê zanîn şerê li Idlibê her diçe dijwartir dibe û beriya çend rojan jî dîsa 8 leşkerên Tirkiyeyê hatibûn kuştin û 15 leşkerên din jî birîndar bibûn.
Top