Îsmaîl: Me piştevanî bo vegerandina koçberan ji şanda Amerîkî xwast
Endamê Şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) Mihemed Îsmaîl ji K24 re ragihand, Şêwirmendê Amerîkî di Hevpeymaniya Navdewletî de Wilyem Robak û Nûnera Wezareta Derve ya Amerîka Zahra Belle civiya.
Mihemed Îsmaîl aşkere kir, di civînê de wan dawî pêşhatên rewşa Sûriyê û devera Kurdî guftûgo kirin û wan daxwaz ji şanda Amerîkî kir, ku piştevaniyê li rêkeftina dawiya ya di navbera ENKSê û Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de îmze kirine bike, ji koçberan vegerînin ser cihên xwe û herwiha.
Li gor Mihemed Îsmalî, hewlên avakirina baweriyê ji bo yekrêziya helwesta Kurdî tewereke din a wê civînê bûye.
K24
